Bûyerpress
Komîteya Tenduristiyê li Herêma Cizîrê ragihand ku ev sê sal in ew xerîkî avakirina “Nexweşxaneya Dil û Çav” in ku li rojhilata bajarê Qamişloyê ye, Komîteyê her wiha da zanîn ku ev nexweşxane dê di heyama du mehan de amade bibe.
Mihemed Kermo ku birêvebirekî nexweşxaneyê ye, got: “Ev nexweşxane dê ji bo xizmeta xelkê Cizîrê be û bi buhayekî gelekî kêm.”