Bûyerpress
Rawêjkarê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAIŞê William Robak ragihand ku Hêzên Hevpeymana Navdewletî dê demeke dirêjtir li Sûriyeyê bimînin.
Di seredaneke xwe de ji devera Şedadê re duh şemiyê, Robak got: “Em amadekariyên xwe dikin ji bo ku demeke dirêjtir li Sûriyeyê bimînin û em ê giraniyê bidin ser vekêşana hêzên îranî û hevalbendên wê ji Sûriyeyê.”