Bûyerpress
Pêşeroj Cewherî
Di sala 1639’an de dema ku cara yekemîn Kurdistan di navbera tirkên osmanî û farisên sefewî de hat duparçekirin (li gor peymana rûreş û bedyom ya bi navê Qesira Şêrîn), hingê zanyar û rewşenbîrê kurd, her wiha bavê razber ê neteweyê kurd “Ehmedê Xanî” bi gotinekê li ser wê peymana navborî, bêzarî û nerazîbûnên xwe bi dilekî tije kovan da diyarkirin û hastên xwe wiha anîn ziman: “Eger peymana ‘Qesir Şêrîn’ ji ava Zemzemê be, ez wê avê qet venaxwim.” Zanyarê kurd Ehmedê Xanî dema ku qelsî û nebesiyên civaka kurdî tîne ziman, careke din bi dilekî hesret wiha dibêje: “Rêveberiyeke rêzan di nava kurdan de bihata peydakirin, hingê min ê karîba aleya kurdî li ser pişta hemî cîhanê bida daçikandin.” Di heman çarçoveyê de ramangerê kurd Ebdulah Ocelan der barê hêvî û xweziyên Ehmedê Xanî de ji bo avakirin û peydakirina pêşengiyeke rêzan û bîrewer, weke bersivdayîn ji bo Ehmedê Xanî wisa dibêje: “Ew pêşengtiya ku ji hêla Ehmedê Xanî ve ji bo kurdan dihate xwestin ku di hizir û bîra xwe de her dem jiyan dikir, îro em hewil didin wê rêbertiya ku Ehmedê Xanî dixwest bidin avakirin.” Lê mixabin yekbûn û yekrêziya neteweyê kurd, weke hesret û birîneke kûr di dilê gelek zana û rewşenbîran de ma û bi wan re koça dawîn kir. Di heman mijarê de, pêwîst e peyva kesayet û nivîskara kurd Rewşen Bedirxan (hevjîna afrînerê alfabeya kurdî Mîr Celadet Bedirxan) neyê jibîrkirin; berî ku biçe ber dilovaniya Xwedê, ji bo yekîtiya gelê kurd, gelek caran ji mêvanên xwe re dema ku seredana wê dikirin, dihêvot û digot: “Yekîtiya kurd bide min, ez ê Kurdistanê bidim te.” Lê careke din mixabin, weke me anî ziman, di çarçoveya gotinê de berî niha hemî hewildan û planên ku ji bo lidarxistin û dabestina kongreyeke neteweyî ya giştî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê, têk çûn. Lê di heman demê de ev yek nayê wateya ku em wekî rewşenbîr bi bêhêviyê re rû bi rû bimînin û bi behanyên cûr bi cûr xwe mijûl bikin û di derencamê de bi erkên xwe yên dîrokî (xizmet û palpiştiya gel) ranebin.
Wekî ku em hemî dizanin, tevgera siyasî ya kurd li çar milên Kurdistanê heta niha nikarîbû ewê xewn û xeyala netewî pêk bîne. Lewra wekî pêngava yekemîn ji hêla rewşenbîrên Kantona Cizîrê ve, pêwîst e kongreyeke kurdî ya niştimanî, li ser hemî partî, rêxistin, kesayetên niştimanperwer ên serbixwe û hemî aliyên siyasî, li ser asta Rojavayê Kurdistanê were pêşniyarkirin. Em weke Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, vê projeyê pêşniyar dikin û em dizanin ku di serî de pêwîstî bi lidarxistina kongreyeke kurdî ya niştimanî heye. Bi vî awayî, dema ku ev proje pêk were, demajoyeke bingehîn bi xwe re diafirîne, belê ji bo siberoja kurdistanî dibe mînak û binçîne. Her wisa di vê çarçoveyê de her tişt dikeve xizmeta avakirina demajoya dawî, demajoya xewna gelê kurd. Îro dema ku em weke rewşenbîrên Amûdê vê yekê li hemû partî, rêxistin û kesayetên civakî yên welatparêz û serbixwe pêşniyar dikin, bê guman dê di çarçoveyeke destnîşankirî de be, bo nimûne; pirsên ku ji hemû aliyan werin kirin, dê bi vî şêweyê dahatî bin:
1- Gelo hûn ji bo kongreyeke kurdî ya niştimanî ku li ser asta Rojavayê kurdistanê were lidarxistin, amade ne?
2- Em weke rewşenbîrên Kantona Cizîrê (Şaxê Amûdê) dixwazin pêşekî, ji bo girtina nêrînan, seredana hemî aliyan bikin.
3- Şaxê Amûdê li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, dê hemî aliyên pêwendîdar bide vexewndin û her wiha di vê çarçoveyê de dê amûra hevrêziyê be.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 83′yan de hatiye weşandin. 2018.08.15