Bûyerpress – Taybet
Sibeha roja înê (20.07.2018 \ 11’ê sibehê) Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê, dergehên “Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” ku li Hola Zana ya bajarê Qamişloyê bû, vekirin.
Pêşangeha ku li jêr diruşma “Em bi Xwendinê Zindî Dibin” bû, bi tevlîbûna 25 sazî, dezgeh, weşanxane, kombûnên rewşenbîran û pirtûkaneyên deverê hat lidarxistin û bi qasî 6 rojan domiya.
Der barê hejmara pirtûkên pêşangehê de, di yekemîn roja pêşangehê de Endamê Komîteya Amadekar a Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava “Aram Elî” ji Bûyerpressê re got: “Pêşangeha pirtûkan a îsal 14 hezar pirtûkên têvel vedihewîne. Di roja duyan an jî roja sêyan de 3 hezar pirtûkên din jî dê bigihin pêşangehê, da ku hejmara giştî bibe 17 hezar pirtûk.”
Her çi qas hejmara herî mezin ji pirtûkên pêşangehê bi kurdî bûn, lê pirtûkên bi zimanên: erebî, ingilîzî, suryanî û tirkî jî li ser mase û refikên pêşangehê hebûn.
Pêşangeha pirtûkan ne tenê pirtûk, lê pêşangeheke wêneyên Yekîneyên Parastina Gel û Jinê (YPG\YPJ), pêşangeheke wêneyên Hêzên Asayîşê û pêşangeheke tabloyên Sandîkaya Jina Rewşenbîr li xwe digirtin.
Pêşangeha ku di 20’ê tîrmehê de li dar ket, êvara çarşemê (25.07.2018) bi xelatkirina çend kesayetan û biryardana çapkirina çar pirtûkan, bi dawî bû. Çalakiyên pêşangehê ne tenê îmzekirin û firotina pirtûkan bûn, lê di hundirê her rojekê de hejmarek ji çalakiyên cihê di pêşangehê de dihatin lidarxistin.
Roj Yekê
Bi amadebûna hejmareke mezin ji kombûn û rêxistinên nivîskar û rewşenbîran, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û nivîskar û kesayetên serbixwse, Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava di sibeha 20’ê tîrmehê de hat vekirin. Di çalakiyên vekirina pêşangehê de, Hevserokê Meclisa Cîbicîkar li Herêma Cizîrê “Ebdulkerîm Sarûxna” axivî, di axaftina xwe de tevahiya kesên beşdar pîroz kirin û bal kişand ser salvegera şehîdbûna Ş.Herekol (Hisên Şawîş) ku ev pêşangeh bi xwe bi boneya şehîdbûna wî û “Şoreşa 19’ê Tîrmehê” di vê dîrokê de hatiye lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve Hevseroka Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê “Bêrîvan Xalid” gotinek pêşkêş kir, di gotina xwe de pêşwaziya hemî kes û dezgehên beşdar kir û bernameya çalakiyên pêşangehê şîrove kir.
Piştî bidawîbûna axaftinan, êdî maseyên pirtûkan û pêşangehên wêne û tabloyan hatin vekirin û tevgera pêşangehê dest pê bû.
Di êvara heman rojê de, Sernivîskarên Kovara Sormeyê “Ebas Mûsa” û “Evdo Şêxo”, li jêr navnîşana “Şopandin û Dahûrandina Rewşa Çandî Li Herêmên Cizîr û Kobanîyê di Navbera Salên 2011-2016 de” semînarek pêşkêş kir. Semînara ku ji hêla Sernivîskarên Sormeyê ve hat dayîn, li ser encamên lêkolîneke Kovara Sormeyê bû ku ji berî aniha hatibû weşandin (Bi heman navnîşanê:”Şopandin û Dahûrandina Rewşa Çandî Li Herêmên Cizîr û Kobanîyê di Navbera Salên 2011-2016 de” hatibû weşandin). Di vê semînarê de asta guhpêdana bi xwendinê hat nirxandin, kêmasî û têbîniyên di tevgera xwendinê de hatin destnîşankirin û li ser babetên girêdayî pirtûkê û xwîneran pirsên beşdaran hatin bersivandin.
Roja Duyan
Di çarçoveya çalakiyên “Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” de, di roja duyan de (şemî \ 21’ê tîrmehê) li jêr navnîşana “Di Şer de Moralên Gel û Rola Ragihandinê” hevpeyvîna Maseya Girover hat lidarxistin. Di vê hevpeyvînê de, hejmarek ji ragihîner û rojnamevanên deverê li dor Maseya Girover li hev civiyan û rewşa Rojavayê Kurdistanê di 8 salên bihurî de û sitûbarî û xebatên ragihîneran hatin gotûbêjkirin.
Ragihîner Leylan Cemal ku di hevpeyvîna Maseya Girover de beşdar bû, ji Bûyerpressê re da zanîn ku hevpeyvîna maseyê li ser çawanî û mekanîzma veguhastina nûçeyê û bipêşdebirina jêhatên ragihîneran bû.
Di êvara heman rojê de, li ser “Nivîskarên Kurd ên ku bi Erebî Nivîsîne” semînarek hat lidarxistin. Ev semînar ji hêla Mamosteyê Zanîngeha Rojava “Silêman Mehmûd” ve hat birêvbirin û dayîn, tê de li ser rola nivîskarên kurd di geşkirina şaristaniya islamî de çend agahiyên dîrokî hatin rêzkirin û her du zanyarên kurd “Ibin Xelkan” û “Ebû Henîfa El-Dînewerî” wekî mînak hatin destnîşankirin.
Mamosteyê Zanîngeha Rojava “Silêman Mehmûd” der barê babeta evê semînarê de ji Bûyerpressê re got: “Di semînara xwe de min bal kişand ser gelek helbestvanên ku îro bi erebî dinivîsin û karîne tiştekî baş biafirînin; wekî: Taha Xelîl, Hisên Hebeş, Luqman Mehmûd, Edîb Hesen û Munîr Xelef.”
Roja Sêyan
Di çalakiyên roja sêyan de, pirtûka rojnameger û nivîskarê misirî Seyid Ebulfetah ya bi navê “مغامرة صحفي مصري في دولة داعش” (Serpêhatiya Rojnamegerekî Misirî di Dewleta DAIŞê de) hat îmzekirin. Nivîskarê misirî Seyid Ebdulfetah ku Serokê Navenda Qahîra ya Lêkolînên Kurdî ye, wek mêvanekî ji derveyî welêt tevlî pêşangehê bû. Ji serpêhatiyên geşta xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ev pirtûk berhem daye û tê de li ser çeperên şer, hevdîtinên şervanan, rûniştina bi fermandarên Qendîlê re û tecrubeya Rêveberiya Xweser nivîsiye.
Hêja ye mirov bibêje ku çapa yekê ji vê pirtûkê li Misirê hatiye çapkirin û biryar e ku çapa duyan ji weşanên Desteya Çand Hunerê li Herêma Cizîrê derkeve.
Wekî her du rojên pêşîn, di roja sêyan de jî kombûnên nivîskaran, rêxistinên siyasî, kesayetên serbixwe û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ji tevahiya deverên Rojavayê Kurdistanê seredana pêşangehê kir.
Roja Çaran
Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê, di çaremîn roja pêşangehê de li jêr navnîşana “Weger”ê hevpeyvînek li dor Maseya Girover li dar xist. Bi amadebûna hejmareke mezin ji wergêr û nivîskaran, hevpeyvîn ji aliyê Endama Komîteya Amadekar a Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava “Leylan Cemal” ve hat birêvebirin. Di evê hevpeyvînê de rewşa wergera kurdî – erebî li Rojavayê Kurdistanê hat nirxandin û li ser bandora wergerê di ragihandina kurdî de çend xal hatin gotûbêjkirin.
Kesên ku di hevpeyvînê de beşdar, bal kişand ser wê yekê ku pêwîstî bi hebûna dezgehine pispor di warê wergerê de heye, “da ku bikarin hemî celebên wêjeyê wergerînin.”
Berpirsa Ragihandinê di Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê de “Leylan Cemal” -ku hevpeyvîn ji aliyê wê ve dihat birêvebirin-, ji Bûyerpressê re got: “Me di hevpeyvîna Maseya Girover de ew yek nîqaş kir ka em ê çawa karibin berhemên cîhanî wergerînin kurdî û yên kurdî jî wergerînin zimanên din, bi mebesta ku em çand û wêjeya kurdî bidin nasîn.”
Cemal her wiha da zanîn: “Beşa duyan ji hevpeyvînê, li ser wergera ji erebî bo kurdî û bandora wê li ser ragihandina kurdî bû. Her wiha me bal kişand ser wê yekê ku em li gotinên xwe yên resen vegerin û ji têgehên nekurdî bi dûr bikevin.”
Her di roja çaran de, Ragihandina Hêzên Asyîşa Rojava, pêşangeheke taybet bi wêneyên asayîşê li dar xist. Di pêşangeha Hêzên Asayîşê de, wêneyên jiyan û xebata rojane ya endamên asayîşê hatibûn pêşandan.
Di heman rojê de, nivîskar Ronak Murad li jêr navnîşana “Di Wêjeya Şoreşgerî de Jin” semînarek da. Di semînara xwe de Murad giranî da cihê jinê di wêjeya Şoreşa Rûsî û Şoreşa Ceza’irî de û got ku di Şoreşa Kurdistanê de sitûn û hêmana sereke jin e.
Roja Pêncan
Di pêncemîn roja pêşangehê de, Ragihandina Hêzên Asayîşa Rojava kurtefîlmek li ser rahênana Hêzên Asayîşê, Hêzên HAT û Hêzên Hawarî da pêşandan. Paşê li jêr navnîşana “Şano”yê, şanonivîs Beşîr Mela Newaf semînarek da. Di semînara xwe de Mela Newaf girîngiya şano û wêjeyê anî zimên û kurteyek ji dîroka şanoyê û destpêka wê ji beşdaran re xwend, her wiha bal kişand ser destpêka şanoya kurdî û avabûna wê li Rojavayê Kurdistanê.
Nivîskar Beşîr Mela Newaf di axaftineke xwe de ji Bûyerpressê re got: “Şanoya kurdî li Rojavayê Kurdistanê, tenê di çarçoveya cejnên neteweyî (Cejna Newrozê) de bû. Lê piştî ‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê’, êdî Rêveberiya Xweser festîvalên şanoyê li dar xistin. Tevlî vê yekê jî, lê careke din gelek astengî li pêş xebata şanoyê hene.”
Roja Şeşan – Roja Dawî
Bi amdebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, kombûnên rewşenbîran û kesayetên serbixwe, çalakiyên “Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” di roja şeşan de bi dawî bûn.
Bi boneya bidawîbûna çalakiyên pêşangehê, di hundirê hola pêşangehê de ahengek ji aliyê Orkestra Rojava ve hat lidarxistin. Di dawiya çalakiyên pêşangehê de, Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê her yek ji malbata Ş.Hisên Şawîş (Herekol), rojnameger Hoşeng Hesen, nivîskar Ebas Ismayîl û Navenda Şopdarên Rojê xelat kirin. Desteyê her wiha biryar da ku pirtûka “Şano” ya nivîskar Ciwanê Evdal, pirtûka “Rîwaya” ya nivîskar Mihemed Baqî Mihemed, pirtûka “Pendên Kurdî” ya nivîskar Mehfûz Mele Silêman û pirtûka “Xewatir” a nivîskar Lîlav Mustefa çap bike.
Di roja pêşangehê ya dawî de, Hevseroka Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê “Bêrîvan Xalid” ji Bûyerpressê re got: “Taybetmendiya ‘Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava’ ew bû ku gelek weşanxane û nivîskarên derveyî Herêma Cizîrê lê beşdar bûn.”
Xalid her wiha da zanîn “di salên bê de, pêşangeha pirtûkan dê bi kelecaneke mezintir were lidarxistin.”
“Yekemîn Pêşangeha Pirtûkan a Rojava” di sala 2017’ê de hat lidarxistin û biryar e ku Desteya Çand û Hunerê li Herêma Cizîrê her sal evê pêşangehê li dar bixe.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01