Bûyerpress
Alan Pîrê
Helbet aniha bi çavine sor, bi diline ne aram û tijî guman û hişine tevlihev, şopînerên pirsa kurdî li Bakurê Sûriyeyê li van “danûsitandinên” ku vê dawiyê di navbera Rêveberiya Xweser û rêjîma Sûrî de çêbûne vekolane û bi gelek şêweyên cihêreng nirxandine.
Ev danûsitandin bi xwe ne nû ne, evên ku di dema dawî de bûn ne destpêk in û ew ê ne yên dawî bin jî; ji ber ku berê me li guhertinên radîkal e ku dê nexşeya siyasî û erdnîgarî ji herêmên kurdî re biguherin.
Ez bi xwe di wê nêrînê de me ku encamên vê prosesa dûr û dirêj -wek me got ku ne ji niha de ye- dê di berjewendiyên hemû gelên herêmê de bin û di serî de kurd.
Berî her tiştî, daxwazên aliyê kurdî dê ji hêla rûsan ve, ku dê bi navê desthilatdariya Şamê di nava danûsitandinan de beşdar bin, bêne pejirandin û bi taybet daxwaza kurdan a herî girîng û sereke: Sûriyeyeke nenavendî, demoqrat û lîberal.
Efrîn, dê mijara wan a din be. Efrîn perçeyek ji erda Sûrî ye û divê wisa bimîne jî. Ji ber ku êdî statuya federal û xweseriya xwecihî dê bi awayekî fermî ji hêla Şamê ve -bi rêya rûsan- û li jêr çavdêrî û erêniya Amerîka (ku berê soz daye kurdan), bê dayîn. Tirkiye bi xwe dê têkeve koncala ku wê kolaye, lê ev yek jî dê ne di cî de be; ji ber ku hîn hêzên Artêşa Azad bi temamî di goristanên xwe de nehatine veşartin.
Tirkiye jî dê xwe neçar bibîne ku li hêzên navdewletî guhdar bike û xwe ji pirrika Efrînê derxe û zilamên xwe tê de bifetisîne, ji ber ku ew hêzên çekdar, ew misilmanên tundrew û radîkal bela serê Erdogan bi xwe bûn jî, ne tenê bela serê kurd û rûsan û rêjîma Şamê bûn. Jixwe piştî her tiştên ku li Efrînê kirin, li ber çavên raya giştî ew û DAIŞê bi carekê nema ji hev cuda ne, ji ber ku berê wan bi xwe li vê yekê bû û wan jî dizanîbû, lê aniha ji wan re dereng ket.
Ev xalên ku hatin rêzkirin dê ji nexşene firehtir û ecêbtir re destpêkek bin, ji ber ku hêj her du perçeyên Kurdistanê -Rojava û Başûr- dê li jêr rêveberiyeke xweser a federal bigihên hev û em gelekî ji vê yekê nêzîk in. Lê pirsa herî balkêş dê her bimîne: Gelo mekanîzma kar dê çawa be? Ev jî bi demê re dê gelekî maqûl xuya bike, gava ku em vê rastiya han bipejirînin; rastiya ku nexşeya herêmê bi awayekî giştî tê guhertin û ereb dê sed salî ber bi paş ve careke din li Yemen, Iraq, Lîbya û hin deverên din vegerin, çawa ku dê hîn bi awayekî gelekî fermîtir perçe jî bibin (ji ber ku ew bi xwe aniha perçekirî ne), faris jî dê aniha berê xwe bidin dojeha şerê navxweyî, her wiha Tirkiye jî dê ji vê xezeba han nemîne û dê bipaşveçûna aboriya wê berdewam bike, ji vir û heya çend salên din.
Kurd û welatê wan Kurdistan ji destpêka destpêk ve di nava vê xirecir û qerebalixa siyasî, aborî û civakî de ne û xebata gelê kurd ji bo bidestxistina encamên çêtir û misogerkirina rewşeke baştir ji kurdên deverê re gihiştiye asteke gelekî bilind; yanî tiştên ku kurdan di van şeş-heft salên dawî de kirine, di sih û çil salî de nikarîbûn bi dest bixin.
Qendîl ji hêla xwe ve û Hewlêr ji hêla xwe ve, aniha siyaseta herî jîr û zîrek a ku li seranserî herêmê dibe, ew dikin. Lê dîsa jî şert û mercên hêzên mezin -Amerîka di serî de- hene û nikarin her dem a bi dilê milet bikin, em vê yekê li Rojavayê Kurdistanê baş dibînin bê çawa nerazîbûn ji rêveberiya Qendîlê heye, lê mixabin dê dirêj bike heya bê fêmkirin ku ev hêza li ser rûyê erdê, hêzeke kurdistanî ya herî mezin e û meseleya neteweya demoqratîk dawiya wê Kurdistan e. Kurdistana ku welatê kurd, ereb, suryan, aşûr, turkmen û gelek kêmneteweyên din e. Ev rastiya han, a ku meriv tenê bi rêya xwendineke rast ji dîroka Rojhilata Navîn re dikare fêm bike, dê nêzîk bibe tiştekî gelekî xwezayî, çawa ku dê çareserî jî bê welatekî wiha tunebe.
Nivîsên ku tên weşandin, nerînên xudanên xwe ne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 82′yan de hatiye weşandin. 2018.08.01