Min wêneyê Cemal Ebdilnasir û serokê Sûriyeyê Şikrî Elquwetlî kişandiye.
Kurdekî Ermenî me, û ji bilî kurdî malbata min na-axive.
Ez û Aram Dîkran di şahiyan de ji hev qut nedibûn.
Pirên wêneyên seydayê Cegerxwîn min jê re kişandine.
kesekî berî min nerahişt kamîrê û negeriya, ev min tenê kirî ye.
Ez li Helebê bûm, Qamişlo ji bala min nediçû..!
Ehmed Bavê Alan.
Kesayetiyek mîna Hebsa Reş e, mizgefta Qasimo ye, û dêra kevin a bajêr naskirî ye, navdar û xwedî nav e, nabe ku kesek ji Qamişloyê wî nas neke?
Kirîkor Xaçadoriyan, yê bi navê ” Koko” tê nasîn li ser xwe dibêje: Ez li Qamişlo çêbûme, kurdekî Ermenî me, ji gundê Şimşimê me, bavê min ji Amedê hatiye Sûriyeyê, dema ku ez çêbûm Qamişlo nû ava bûbû. Bavê min Hentûrçî bû, wisa em xwedî dikirin. Min di 14 saliya xwe de, xwe berda bazara Qamişloyê ya ku di destpêka avakirinê de bû, li bazara Qamişloyê geriyam pêrgî dikana wênegêşekî bûm, matmayî mam. Xwediyê dikanê yê wênekêş derket, ji min pirsî: Xêre xorto ev bû se’tek û tu li dikana min dinêrî? Min got: Ez jixwe re li karekî digerim. Dîsan gote min: Tu dixwazî li rex min karbikî? Dilşadbûm.Dîsan Karnîk got: Here mal, bavê xwe haydar bike. Li bajarê Qamişloyê Karnîk yekem wênekêş bû, wêneyên wî ji yên Heleb, û Şamê jî ciwantir bûn.
Ez çûm mal, jixwe bavê min nîvê şevê dihat, karî wî pir zor bû. Diya min jî erêya xwe da min, wê şevê gelek kêfxweş bûm, çimku ez ê sibe mîna bavê xwe bibim zilam. Buhayê karê min di îniyê de sêrib bûn, di kêmî salekê de ez hînî ji %60 ji karê girtin û sipîkirina wêneyan bûm, nêzî salekê heqdestê min sêrib bû. Piştî çend mehên min li rex Karnîk qediyan, xortekî Ermenî navê wî Arşo bû, dikanek wênekêşiyê vekir, Arşo pir jixwe hez dikir, du şagirtin wî hebûn” Vahî û Garo ” Arşo dizanî ku ez çiqasî di karê xwe de jêhatî me, hay ji dikana Karnîk heme. Wî xwest ku min bibe rex xwe, ji min re got: “Tu jêhatî yî, ez dixwazim tu li rex min kar bikî, ez ê di îniyê de 4 wereqeyên kaxetî bidim te. Ez wê çaxê ji kêfa 4 wereqeyan re dînbûm, min dîsan rêdana diya xwe xwest, wê tucarî dilê min nedihişt, navê wê “Vîrcêt”bû, kebaniyek jêhatî bû, di mala xwe de xwedî êtîkêt bû..!
Wisa ez li rex Arşo bûm şagirt, hostayê min Karnîk dengê xwe li ser Arşo hilda, lê Arşo jê re got: Tu 6 wereqeyan bidî Koko, dîsan wê vegere dikana te, ji vir Karnîk hew deng jê hat. Ez di dikana Arşo de zîrek bûm, carekê piştî ku hin pereyên min çêbûn diya min ji min re qapûtek kirî, Vahî û Garo hingî jimin aciz bûn qapûtê min qetandin, û roja wan li rex Arşo, bû ya dawî, ez tenê mam di dikanê de.
Ez 16 salan li rex Arşo mam, di karê xwe de bûm hoste, navê min derket, kesekî berî min nerahişt kamîrê û negeriya, ev min tenê kirî ye..! Koko li Aheng û dawetan, seyran, cejna Newrozê, gulistan, daristan, û li hemî deran amade bû, vê dawiyê heqdestê min gihişt 35 wereqeyên Sûrî, û min kar berdewam kir
Rojekê min ji Arşo re got: Ezbenî ez dixwazim ku jixwe re kar bikim, Arşo matmayî nema, gote min: Baş e, du mehan bimîne û oxra te ya xêrê be. Koko bû serbixwe, perê min li rex diya min 300 wereqe hebûn, min berê xwe da Helebê, ta ku ez alavên karê xwe bikirim. Min qesda Arko yekemîn wênekêş di Sûriyeyê de kir, jimin re got: Ev tiştên tu dixwazî buhyê wan 550 wereqeyên Sûrî ne, lê eger tu carek dî hatî pereyê mayî bîne, min rahişt alavên xwe û berê xwe da Qamişloyê.
Li Qamişloyê, cihê karê min tune bû, pereyên min jî nemabûn, bavê min axurê hespê xwe da min, û hespê xwe li axurê cînarê me razand, min hundirê axur bi heriyê seyand, sipî kir, axur amade bû ku Koko karê xwe bike.
Min dest bikarê xwe yê taybet kir şev û roj min dikirin yek, di demek ne dirêj de, birayê min Manok hînî karê min bû, jixwe min ew bira hebû tevlî du xwişkin min jî hebûn navê wan: ” Zabêl û Anahît”.
Min û birayê xwe kardikir, û wêne dikşandin û spî dikirin û ji xwediyê wan re jî dibirin, perê min çêbûn, 7000 kaxet ketin destê min de, di sala 1965an de min jin anî. Karê min berdewam bû, birayê min jî mezin bû, û wextê wî jî hat ku jinek xwe bîne, vêca min her tişt jê re hişt, û çend wereqeyên min hebûn, ez çûm Helebê, li wir min xanîk û dikanek kirîn, û dîsa dest bi karê wêneyan kir, li Helebê kar pir başbû, lê sebra min nedihat, Qamişlo ji bala min nediçû! Neçar mam ku ez ji karê xwe biqerim, û berê xwe bidim Qamişloyê, çawa ku hunermend Se’îd Yûsif dibêje: ” Qamişlo Bajarê Evînê Ye”..! wisa ez evîndarê Qamişloyê û xelkê wê bûm. Tu dizanî ku em ji pêvî kurdî di mala xwe de na-axivin, ez, zarokên min, û wisa jî dê û bavê min. Bavê min digot: Bapîrê min jî bi kurdî diaxivî.
Li Qamişloyê dîsan daketim wêneyan ji xelkê re bikşînim, li deveran wêneyan bikşînim, min ji karê dikanê heznekir! Mixabin erşîfa min li rex birayê min ma û tev tertûbela bûn! Nizanim çûn ku? Ez dibêjim belkî min 6 meliyon wêne girtine, nayên hesêbê. Min wêneyê Cemal Ebdilnasir li ser belkona kurê Şêxê Şemeran girt, û wêneyên Serokê Sûriyayê Şikrî Elquwetlî jî girit, û gelek wezîr û serok wezîrên Sûriyeyê û yên mihvan jî dema dihatin parêzgiha Hisîça. wekî dî gelek kesayetiyên navdar jî hene ku min ji wan re wêne kişandine.
Seydayê Cegerxwîn hema wêneyên wî li Qamişloyê yên ku niha tên der û xelk bi mala xwe ve daliqandine min ew wêne kişandine! Gelek caran ez û Seyda pêrgî hev dibûn, yekser min wêneyek jê re dikşand, Seydayê Cegerxwîn digote min: Koko tu heme wêneyan ji min re dikşînî, û roja dî spî dikî, û têne jimin re, ez hew bi perê wêneyên te ve dighim.Gelek jimin hez dikir, Xwedê wî bi dilovaniya xwe şa bike.
Rojekê ez û Aramê Dîkran çûn şahîya mala(Hebîbê Mêremo) Li Serêkaniyê. Dilê min ji kêfa re firiya, me xwe kar kir, min 15 fîlim bixwe re birin, û me berê xwe da Serêkaniyê, heft rojan şahîya wan dom kir, ma êdî min wêne gişandin, 700 wereqê yên Sûrî gihan min, û Aram Dîkran 3500 wereqe, ew şahî ji bîra min naçe tucarî.
Ax birazî, min di temenê xwe yê wênekêşiyê de, 3 Kam bikar anîne! Molîda, min ji Helebê bi 125 wereqan kirî, û yek Emrîkî bû ew ji destê min ket zû şikest, lê ya herî baş ku 28 salan ma bi min re kar kir(KF4) bû. Niha Kama min Normal e, karê min diqedîne, jiber ku karê min pir kêm bûye, xelk tev kamê Dîcîtal û mobayîl bi wan re hene? Lê dîsan ez dibêjim karê min pirr bi dilê min e, eger jiyana min vegere dîsan ez ê xwe fêrî wênekêşiyê bikim.
Rojekê min li gulîstana bajêr wêne digirtin, pîrekek temenê wê dora 55 salan bû, bang li min kir, û ji min xwest ku ez wêneyan ji zaroka yek salî re bikşînim, paşê ew ê hermetê perê min dane min, û ji min re got: Apê Koko wêneyê min heye ez yek salî me, bavê min gote min ev Koko ji te re girtiye, e’ynî li vî cihî bû, vaya tu wêneyê neviya min dikşîne, Xwedê temenê te mezin bike.
Li vir Apê Koko rondik ji çavên wî hatin, û keserek mezin kişand û got: Nizanim çawe ez ê ji Qamişloyê bar bikim. Tu nizanî çiqasî ez ji Qamişloyê hezdikim. Niha ez her dem dîroka karê xwe ji zarokên xwe re dibêjim. Jixwe min jibîr kir navê zarokên xwe bêjim te. Min çar zaro hene, Xaçîk, Rafî, Mariya, Talar. tev bi kurdî diaxvin, xanima min navê wê Losîn e, ew jî kurdek Ermenî ye. mala wê ava, û hûn ji min re saxbin.
Têbînî: – Min gelek li ser gotinê Apê Koko zêde nekirin, ‘eyînî wisa bi kurdî axivî, û yek gotina biyan ji devê wî derneket.
.













































