BasNews (Navenda Nûçeyan): Fîlmê derhêner Erol Mîntaş ê bi navê ’Klama Dayîka Min’ di 20’emîn Mihrîcana Fîlman a Saraybosnayê de wek fîlmê herî baş hat hilbijartin û xelata ’Dilê Saraybosna’ wergirt.
20’emîn Mihrîcana Fîlman a Saraybosnayê bi merasima ku li Şanoya Gel hat kirin, bi dawî bû. Mihrîcana Fîlman a Saraybosnayê li Ewropayê yek ji mihrîcana fîlman a herî girîng e. Li gor AA’yê Mihrîcana Fîlman a Saraybosnayê ji 60 dewletên cuda 247 fîlm û sînemahez anîn cem hev. Di mihrîcanê de di katogeriyên kurte fîlm, belgefîlm û fîlmê dirêj de xelatên ’Dilê Saraybosna’ hatin dayîn.
Di kategoriya fîlmê dirêj de, fîlmê derhênerê Kurd Erol Mîntaş ê bi navê ’Klama Dayîka Min’ wek fîlmê herî baş hat hilbijartin û xelata ’Dilê Saraybosna’ wergirt. Mîntaş piştî ku xelata xwe wergirt got: ’Li ser navê hevalên xwe sipasiya we dikim. Ji bo ku li vir im kêfxweş im. Diya min jî li cem min e. Bi saya fîlm hûn dizanin ku li Şengalê çi diqewimin.’
Di mihrîcanê de xelata lîstikvanê mêr ê herî baş jî Feyyaz Dûman wergirt ku di fîlma ’Klama Dayîka Min’ de lîstiye. Xelata lîstikvana jin a herî baş jî bi fîlma ’’Brides’’ê Mari Kitiayê wergirt. Di kategoriya belgefîlmê de fîlmê Tiha K. Gudac ê bi navê ’Naked Island’ xelat wergirt. Xelata kurte fîlmê jî Una Gunyak bi fîlma xwe ya bi navê ’The Chicken’ wergirt.