Bûyerpress
Di 44’emîn salvegera cîbicîbûna biryara Kemera Erebî de ku 40 gund ji bo mexmûriyan li Herêma Cizîrê hatin avakirin, Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) ev bone bi bîr anî û got ku divê mal û melkên ku hatine destserkirin, vegerin bo xwediyên xwe.
Di 24’ê Hezîrana 1974’ê de, fermandariya partiya Be’esê biryara bicihkirina mexmûriyan erê kir û paşê ji gundê Endîwarê hetanî bi rojavayê Serê Kaniyê 40 gundên mexmûriyan hatin avakirin û bi hezaran malbatên mexmûrî yên Reqa û Helebê li wan gundan bi cih bûn.












































