Bûyerpress
Bipêşeveçûna Hêzên Sûriyeya Demoqratîk li ser sînorê Iraqê berdewam e û hat ragihandin ku duh şemiyê her du gundên Recim El-Hecer û Marûfê ji hêla HSDê ve hatine rizgarkirin.
Piştî kontrolkirina bajarokê Dişîşê û gihaştina li ser sînorê Iraqê, hêzên HSDê her du gundên Recim El-Hecer û Marûfê yên sînorî ji dest çekdarên DAIŞê derxistin û bi temamî kontrol kirin.