Bûyerpress
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku ew ê destkefiyên xwe yên leşkerî li Sûriyeyê biparêzin û da zanîn ku ew amadekariyên qonaxa piştî DAIŞê dikin, da ku hemî gelên deverê di avakirina siberoja Sûriyeyê de beşdar bin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, Pompeo da zanîn ku di demên bê de şerên mezin dê biqewimin û got “baweriya me bi hêzên HSDê di asteke pir bilind de ye û em bi wan serbilind in.”