Bûyerpress
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demoqratîk ragihand ku bi hevrêziya li gel Hevpeymana Navdewletî û artêşa Iraqî, pîlana rizgarkirina bajarokê Dişîşê hatiye danîn, da ku temamî xeta sînorî were kontrolkirin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, Fermandariya HSDê da zanîn ku li deverên Herêma Cizîrê yên li ser sînorê Iraqê, hêj sê hezar km2 li jêr kontrola DAIŞê maye û navenda vê rûberê jî bajarokê Dişîşê ye.