Bûyerpress
– Ji kevirê aş girantir tune lê bi mîxekê radibe.
– Rû bi rû guneh efû.
– Aş çûye dû çeqçeqokê ketiye.
– Bihar hat zivistan hilat.
– Bila dijminê mirov şêr be ne rovî be.
– Her warek biharek e.
– Keda helal heram nabe.
– Çax ji çaxê fedî nake.
– Bi bêhna fireh her kes digihe heqê xwe.
– Kar şêr e eger tu bikî dibe rovî.
Ev gotin di rojnameya Bûyerpress, hejmara 79′an de hatine weşandin. 2018.06.01