Bûyerpress
Li Herêma Efrînê siyaseta guhertina demografî û erebkirinê berdewam e, herî dawî jî kerwanekî çekdarên başûrê Şamê li gel malbatên xwe ku ji 650 kesan pêk dihat, giha Herêma Efrînê.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand kerwanê ku duh înê giha Herêma Efrînê, çekdarên bajarokên Yelda, Bêbla û Bêt Sehim li xwe digirtin.