Bûyerpress
Di rojeke wekî îro de li sala 1886’ê, sandîkayên karkeran li Amerîkayê ji karkeran daxwaz kir ku karên xwe di hundirê kargehan de rawestînin, hetanî ku xudanên kargehan dewama wan a rojane bikin 8 demjimêr, ji lew re 300 hezar karkerî dest ji xebatê berda.
Di 3’yê gulanê de li Shikagoyê\ karkeran xwepêşandan li dar xist. Di hundirê xwepêşandanê de şer û pevçûna di navbera karker û polîsan de derket, di encamê de 7 polîs û hejmarek ji karkeran hatin kuştin.
Paşê di sala 1889’ê de careke din sandîkayên karkeran di 1’ê gulanê de hem daxwaza xwepêşandanên cîhanî kir hem jî daxwaza bibîrxistina kuştiyên Shikagoyê di heman rojê de kir, ji ber vê yekê ev roja wekî Roja Karkeran a Cîhanî hat destnîşankirin.
Di roja îroj de 107 welatên cîhanî bi hikûmetên xwe ve, bi awayekî fermî vê rojê pîroz dikin.