Bûyerpress
Di demekê de ku ciwanekî nenas dikir bi qaçaxî derbasî milê Bakurê Kurdistanê bibe, ji hêla cendirmeyên Tirkiyê ve bi tundî hat işkencekirin û termê wî li gundê Edwaniyê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê hat dîtin.
Ev ciwanê nenas, duh sibehê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de ji hêla xelkê gundê Edwaniyê ve hatiye dîtin û hat zanîn ku pirî hestiyên dest û lengên wî hatine şikandin û goştê wî jî hatiye qelaştin.