Bûyerpress
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku di encama çalakiyeke leşkerî ya şervanên HPGê de, di 23’yê adarê de li devera Sêrtê 3 endamên payebilind ên istixbarata Tirkiyê (MIT) hatin kuştin.
Di bîlançoya xwe de HPGê ragihand ku li devera Mawa ya girêdayî Sêrta Bakurê Kurdistanê, şervanên HPGê çalakiyeke leşkerî pêk anî, di encamê de erebeyeke istixbarata Tirkiyê hat peqandin û 3 endamên tê de hatin kuştin.