Bûyerpress
Der barê biryara Amerîka de ku doza lêpirsînekê li ser bikaranîna çekên kîmawî li Sûrî kiribû, Rûsyayê di civîna Encumena Ewlehî de ev biryar veto kir û nehêla ku biçe serî.
Piştî ku Amerîka biryara lêpirsînê sitand, êdî di hundirê Encumena Ewlehî de dengdan li serê çêbû, da ku were erêkirin. Ji her 15 welatên ku di Encumena Ewlehî de endam in, 12 welatan erê kir, Rûsya û Bolîvya li dij biryarê destên xwe hildan û Çînê deng neda.