Bûyerpress
Komîteya Ekolojiyê li Herêma Cizîrê xebata çandina daran li deverên Herêma Cizîrê didomîne û biryar pê heye ku di sala 2018’ê de, 25 hezar dar li Herêma Cizîrê bêne çandin.
Li gorî ku berpirsên Komîteya Ekolojiyê daye zanîn, hetanî aniha 5 hezar dar li Abirê, Qamişlo û Amûdê hatine çandin û ev xebat dê dom bike hetanî 25 hezar dar li deverên Herêma Cizîrê bêne çandin.