Bûyerpress
Di demekê de ku gefên êrîşkirina li ser bajarê Minbicê ji hêla Tirkiyê ve zêdetir dibin, Amerîka hejmareke zêde ji hêzên xwe dişîne bajarê Minbicê û aniha tevahiya hêzên li wê derê di amadebaşiyê de ne.
Li gorî ku dezgehên xwecihî daye zanîn, Amerîka hêza xwe li bakurê Minbicê xurttir dike û herî dawî jî li gundê Dadat ê bakurê bajêr baregeheke Amerîkî hat avakirin.