Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên YPGê de, duh şemiyê li navçeya Şerayê birek ji çekdarên rikberiyê ketin kemîna şervanên YPGê û di encamê de 7 çekdar hatin kuştin.
Ragihandina YPGê da zanîn ku di demekê de ku hejmarek ji çekdarên rikberiyê ji Şerayê diçûn Efrînê, ketin kemîneke şervanên YPGê û 7 çekdar ji wan hatin kuştin.