Bûyerpress
Sitêrname 12
Narîn Omer
Aslîka Qadir jina xurt û hêzdar e. Tevlî hestên wê yên nazik û dilê wê yê miştî vîn û aramî, lê karîbû bi xurtî li hember astengiyên jiyanê raweste, pirsgirêkên narvînê bê çare bike û serşûn bihêle.
Jiyana Aslîka Qadir:
Di demekê de ku Aslîka Qadir di germbûna xortaniyê de bû û kulîlkên evînê bi bayê hênik re baxê dilê wê dixemiland, mirina bêrêdan dest avête giyanê hevjînê wê û ji cendek kişand… ma dîla xem û derdan, hêlîna du zarokên baskşikestî. Lê hunermenda me bi hêzê, bi hestên dayîkê û bi dilovaniya bav karîbû xebata xwe di hemî waran de bidomîne û bi xurtî li ber xwe bide.
Hêjayî gotinê ye ku navê hevjînê wê Canîkê Teymûr bû. Ew fîlozof û kesayeteke navdar bû. Di sala 1982’yê de çû li ser dilovaniya Xwedê. Wî jî mîna hevjîna xwe di kaniya xebat û zanistê de avjenî dikir, lê mixabin, dema ku mirin biryara xwe dide li temen temaşe nake.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê Aslîka Qadir bi zarokên xwe ve berê xwe dide Ewropayê û di 1995’ê de li Elmanyayê bi cih dibe. Li wir zarokên wê xwendinê berdewam dikin û bawernameyên zanistî weridigirin.
Jiyana Hunerî:
Tevlî vê jiyana zordar û van astengiyan, Aslîka Qadir biryar dide ku ew jiyana hunerî berdewam bike. Bi vê yekê êdî bi xurtî hest û ramanên xwe gihand gelê xwe. Aslîka Qadir li kêleka hunermend û dengbêjên kurd doza gel û miletê xwe bi awayê rast û dirust nîşan dida.
Ji hunerê zêdetir, Aslîka Qadir rewşenbîr û çalakvaneke zîrek û jêhatî ye. Bawernameya bilind ji Zanîngeha Ermenistanê wergirtiye û di heman zanîngehê de bûye mamosteya zimanên ermenî û farisî. Bêhtir ji bîst û pênc salan xebata di hundirê zanîngehê de domandiye. Ji ber xebat û çalakiyên wê yên konevanî, ew di serdema Yekîtiya Sovyetê de dibe endama Perlemana Ermenistanê.
Aslîka Qadir di sala 1945’an de ji dayîk bûye. Malbata wê ya welatparêz jê re bûye alîkar û rêber ku ew xwendina xwe bi zîrekî biqedîne. Ne tenê wisa, lê di demekê de ku Yekîtiya Sovyetê ji hêla hunerî ve di gurbûna xwe de bû, malbata Aslîka Qadir destek dayê ku di biwara hunerê de xwe li pêş bixe û di babetên konevanî de jî jê re bûye palpişt.
Aslîka Qadir jî wekî hunermendên wê demê derbasî Radoyaya Êrîvanê – Beşê Kurdî dibe û çend sitranên xwe li gel hejmarek ji sitranên gelêrî tomar dike. Hunermenda me tekez dike ku ew yekem hunermend e ku di salên 1964 – 1965 de sitrana “Welatê Me Kurdistan e” gotiye û tomar kiriye. Di pê sirûda “Ey Reqîb” re, sitrana “Welatê Me Kurdistan e” bûye sirûda duyan a neteweya kurd û hetanî roja îroj jî ev sitran hêj li kar e. Her wiha ev sitran bûye nasnameya hunerî ya Aslîka Qadir.
Baxê hunera wê bi hemî rengên sitranan xemilandî ye; wekî sitranên: netewî, niştimanî, evînî û gelêrî… Hetanî aniha jî ji kaniya folklor û çanda kurdî vedixwe û bi dengê xwe yê zîz û xurt damar û hestan av dide.
Aslîka dixwaze bi dengê xwe û di qada hunerê de ji bilî nasandina doza gelê xwe, doza jinê jî diyar bike û binpêkirinên civakî yên der heqê wê de bi zelalî aşkere bike. Ji ber ku wê jî gelek zor û astengî di jiyana xwe de kêşane, ji lew re dixwaze ku jiyaneke aram û miştî evîn ji bo her jinekê peyda bibe.
Tevlî xebatên wê yên hunerî, çandî û konevanî… lê ew jî wekî hemî hunermendên kurd ji hêla ragihandin û medydayê ve mafê wê hatiye xwarin û bi qasî ku tê xwestin guhdan pê nebûye. Dema ku em di vê babetê de axivîn, Aslîka Qadir wiha got:
“Belê ev gotin rast in, lê di pêvajoyên jiyana min ya hunerî de, ya herî girîng li bal min: Hezkirin û guhdana miletê min ji min re ye. Ji ber ez ji wan re û ji bo wan disitirînim û dixebitim.”
Em temenekî dirêj ji hunermenda xwe re dixwazin, her wiha serkeftin û bipêşveçûnê di hemî aliyên jiyanê de jê re hêvî dikin. Helbet ew ê her û her di rêza hunermendên navdar û nemir de bimîne.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 77′ê de hatiye weşandin. 2018.4.1