Bûyerpress
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel li navçeya Racoyê çalakiyeke leşkerî pêk anî, tê de 7 çekdarên rikberiyê hatin kuştin û yek ji wan fermandarê El-Cebhe El-Şamiyê bû.
Berdevkê YPGê Birûsk Hesekê ragihand ku duh çarşemê li gundê Dîkê yê navçeya Racoyê, şervanên YPGê di çalakiyeke leşkerî de 7 çekdar kuştin.
Hesekê her wiha got ku li rêya di navbera Cendirês û Efrînê de, di çalakiyeke YPGê de 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.