Bûyerpress
Zeynelabidin Zinar
Ji sedên salan ve ye ku ew saziya bi navê Medreseya Kurdî hebûna xweli nava Kurdan domandiye û ji wan re bûye devera perwerdekirinê.
Ev babet pir fireh e û têgihandina wê ne hêsan e. Ji ber ku serpêhatiya Medreseya Kurdî di dawiya çarîka sedsala bîstê de hate nixumandin û heta niha jî derneketiye holê. Îro jî pir kêm agahdariya zanayên Kurd û Tirk li ser vê saziyê heye û bi awayekî vekirî derbareya wê nizanin.
Lê îro di serê vê sedsala bîst û yekê de, ew Medreseya Kurdî, ew şaxên xwendina ku tê de dihatin kirin, awa û tewrên wê saziyê, ji pir kesan re bûye meraq û gelek mirovên şareza, pispor û hunermend hene ku dixwazin rind babeta wê bizanibin. Lê mixabin heta niha jî, kesî hewl nedaye xwe, û lêkolîn li serê nekiriye. Her çiqasî li ser wê babetê eger hinek tişt hatibin nivîsandin jî, piraniya wan bi kêmasî, bi çewtî û bi awayê sehkirina ji devan çêbûye. Yan jî derheq Medreseya Kurdî de li ser şopa hin baweriyên cuda û bi dîtinên çewt hatiye nivîsandin û ew bi paşverûtî, bi kevneperestî nirxandine. Îcar ji ber hindê min pêwîstiya nivîsandina pirtûkek bi navê Xwendina Medresê dîtiye û ew tiştên ku min bi çavên xwe dîtine ango yazdeh sal jiyana min jî tê de bihurîye, piştre jî ew lêkolînên ku min li serê kirine, bi kurtî nivîsîne û wek pirtûk di 1993’an de li Stockholmê daye çapkirin.
Demekurtek piştî derketina vê pirtûka min a bi navê Xwendina Medresê, bala pir kesan kete ser Medreseya Kurdî û lêpirsîn ji aliyê pir kesan ve lê hate kirin. Ev pirtûk li Zanîngeha Sorbûn (Parîs) û li yeke Londonê jî wek berhema dersê ji bo xwendevanên înglîz û fransiyan hatiye bikaranîn.
Di 1998’an de jî li Parîsê esntîtuyeke Navnetewî bi navê INSTITUT NATIONAL DES LANGUSE ET CIVILISATIONS ORIENTALES, LES ANNALES DE L`AUTRE ISLAM, No 5, kurtiya vê pirtûka min, hem bi zimanê îngilîzî û hem bi zimanê fransî nivîsiye û xistiye nava pirtûkeke 400 rûpelî, bi navê Islam des Kurdes (2) û weşandiye. Her weha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê Islam des Kurdesê xistine. Piştî vê yekê Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandî yên Ewrûpî kişandiye ser xwe.
Herweha wêneyê bergê pirtûka Xwedina Medresê jî li ser bergê pirtûka Islam des Kurdesê hatiye bicihkirin. Piştî derketina vê pirtûkê, îcar hem pirtûka min Xwendina Medresê û hem jî Medreseya Kurdî hêj zêdetir bala saziyên çandeyî yên Ewrûpî hatiye kişandin Medreseya Kurdî ji bo wan bûye mereq…
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 75′ê de hatiye weşandin. 2018.3.1