Bûyerpress
Duh Sêşemê yekîneyên leşkerî yên Hikûmeta Sûrî derbasî Herêma Efrînê bûn, da ku li gel hêzên HSDê şerê dagirkeriya Tirkiyê bikin.
Bi rêya daxuyaniyeke nivîskî, Berdevkê Fermî yê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand ku Hikûmeta Sûrî bi banga wan ve hat û yekîneyên xwe yên leşkerî hinartin.
Di daxuyaniya xwe de Mehmûd bal kişandiye ser wê yekê ku ev hêz dê li ser sînor bi cih bibin da ku parastina Efrînê bikin.