Bûyerpress
Sitêrname 10
Narîn Omer
Dema ku Eyşe Şan di malzaroka dêya xwe de bû, narvînê soz dabûyê ku ew bibe hevalcêwiya xem û kederan, da ku ew bi nemerdî qûnaxên jiyanê bişopîne. Ji ber vê yekê, ew bi hemî rengên jiyanê re sernoq bû û ji destpêka zayîna wê ta mirinê, rengên tarî her dem ew bêçare dikir.
Jînenîgariya Wê:
Hunermenda me di sala 1938’ê de li Amedê ji dayîk bûye. Malbata wê bi xwe ji Erzeromê ye. Çawa rengên jiyana wê cûrbicûr bûn, nav û bernavên wê jî wiha bûn:
Eyşe Şan, Eyşe Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî, Eyşana Kurd…lê paşê tenê bi navê Eyşe Şan hat nasîn.
Ew ji malbateke oldar û kevneperest e, lewra tevahiya malbatê biryara wê di warê sitranbêjiyê de qedexe kir û li dij daxwaza wê rawestiya. Tevlî vê yekê jî, dibêjin ku mala wê koçka sitranbêjî, dîlan û hunermendan bû. Her wiha tê gotin ku bavê wê bi xwe dengbêj û dengxweş bû.
Li ser navê wê û zaroktiya wê, mam Mele Elîyê Darî dibêje ku ewî û Eyşe Şan 3 salan bi hev re di xwendingeha “Darê” de xwendiye. Piştre wan ji wir bar kir û ew ji hevdu dûr ketin.
Eyşe Şan di sala 1958’ê de sitran bi awayekî eşkere gotiye, lê ji ber ku malbata wê ev tişt lê qedexe kiribû, bavê wê zor lê kir ku ew bi mêrekî xwedî jin û temenmezin re şû bike ku navê wî “Şewket Boran” bû…
Ji ber vê yekê şûkirina wê berdewam nekir, tevlî ku keçikeke wê jî jê hebû. Berê xwe dide bajarê Êntabê û bi alîkariya “Nayilê Bayso” di êzgeha bajêr de sitranan bi zimanê tirkî dibêje. Paşê berê xwe dide bajarê Istenbolê û tevlî ku zimanê kurdî qedexe bû jî, lê li wir bi zimanê xwe yê kurdî jî distirîne.
Diyar bû ku dengê wê li ser karmend û berpirsyarên kaset û sitranên wê fala xêrê bû; ewan kesan qezenceke mezin di warê firotina kaset û berhemên Eyş Şanê de bi dest xist.Mixabin, ew merivine kedxwar û çirûk bûn, nirxê keda wê dixwarin û tu tişt nedidanê, ji lew re ew zîvar û hejar dijiya.
Ji ber ku ewê sitranên xwe bi kurdî digotin, êdî desthilata Tirkiyê zordarî lê dikir û astengî jê re çêdikir. Ji ber vê sedemê, Eyşe Şan di sala 1972’yê de direve û berê xwe dide welatê Elmanyayê û li bal keça xwe dijî. Lê qedera giran dîsa lê diqulibe û bang li mirinê dike ku canê keça wê ji cendik bikişîne, da ku Eyşe Şanê di dewrana êş û derdan de bizîvirîne û bêçare bihêle. Ew keseke bêcan dimîne, bilûra bextreşiyê kulîlkên dilê wê ji xemgîniyê diçirmisîne.
Piştî vê jana giran, car dî ji Elmanyayê vedigere welêt.
Di sala 1978’ê de xewna xwe ya herî mezin pêk tîne û seredana Başûrê Kurdistanê dike. Ji aliyê hunermendên wekî: Îsayê Berwarî, Mihemedê Arif, Nisrîna Şêrwan, Tehsînê Taha…û ji aliyê gelê kurd ve bi dilsozî û şadîmanî tê pêşwazîkirin. Ev rengê pêşwazîkirinê, ji wê re dibe mîna bawername û xelateke zêrîn; dil û ramanên wê geş û xweş dike.
Li Başûr çend konsert û ahengan li dar dixîne û di Radyoya Bexdê – Beşê Zimanê Kurdî de çend sitranan tomar dike. Ev seredan jê re dibe navgîneke hêja ku bi rêya wê kar û xebata wê ya ji bo gelê wê, di bîrdnaka dîroka kurdî de mayînde bimîne.
Sitranên Eyşe Şanê:
Tişta ku hunermenda me ji hemîyan vediqetîne ew e ku di folklor û kevnetorê me de, (çi seryelî, çi dîlan û şehyan be) gotin û awazên resen gotine… Ew ciyawaziya wê ji kû hatiye? Ji ber ku gelek hunermend û dengbêj li mala bavê wê şevbuhêrk diqedandin û hetanî berbanga sibehê ji dest hev digirtin; Eyşe Şanê bi xwe jî hişyar dima û bi baldarî li wan guhdar dikir. Her wiha di zaroktiya xwe de, di civatên jinan de jî sitraye.
Eyşe Şanê ji civak, jin, mêr, dê, welat, xak û siuşta Kurdistanê re sitraye. Her wiha ji bêrîvan, şivan, bêzar, xemgîn, dilşad û dildaran re jî sitraye.
Eyşe Şana dilsoz, rojên jiyana xwe dike qurbana doza jinê û bo lipêşxistina huner û folklora kurdî.
Mixabin, ew di tenêtiyê de dijiya û di 1996’ê de, bi tena xwe çavên xwe bi yek carê girtin û xatir xwest.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 74′ê de hatiye weşandin. 2018.2.15