Bûyerpress
Duh şemiyê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çekdarên Mertala Feratê de şer rûda, di encamê de erebeyeke çekdarên Mertala Feratê hat têkbirin.
Navenda Ragihanda Meclisa Minbicê ya Leşkerî ragihand ku li eniya Çemê Sacûr ê bakurê Minbicê û li derdora gundê Eyn Dadat şer derket.
Rayedarên Amerîkî û yên Hevpeymana Navdewletî zêdetir ji carekê Tirkiyê hişyar kiriye ku êrîşî Minbicê neke.