Bûyerpress
Navenda Ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk ragihand ku duh şemiyê hêzên HSDê du firokeyên dagirkeriya Tirkiyê anîne xwarê û di wan herdu firokeyan de 11 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya xwe de HSDê da zanîn ku ew firokeya vîdyoya wê belav bûye, efser û firokvanek tê de bûn û herdu hatin kuştin.
Her wiha HSDê tekez kir ku di heman demê de û li heman cihî, hêzên wan firokeyeke din a cûreyê Skorsî aniye xwarê û 9 leşker di wê firokeyê de hatin kuştin.