Bûyerpress
Piştgîriya Hevpeymana Navdewletî ji bo deverên Bakurê Sûryayê berdewam e, herî dawî jî bi qasî 21 otombîl û erebeyên xizmetguzariyê, gihan bajarê Reqayê.
Li gorî ragihandina Hêzên Sûryaya Demoqratîk, duh Yekşemê 10 otombîlên ambolansê, 3 sehrîcên mezin ên mazotê, 4 loder û 4 beldozer gihane bajarê Reqayê.
Tevahiya alîkaiyên ku digihin bajarê Reqayê, ji bo Meclisa Reqayê ya Sivîl tên radestkirin, da ku li ser cihên pêwîst bêne belavkirin.