Rêxistina Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) dilgiraniya xwe ji rewşa xirab a koçber û derbiderên kurdên Êzdî yên Şingalê bi giştî û rewşa zarokên di nav wan de bi taybetî anî ziman.
Nûnerê UNICEF li Iraqê, Marzio Babille di daxuyaniyekê de ragihand ku di nava kurdên Êzdî yên Şingalê de ku koçber û derbider bûne, herî kêm 40 zarokan canê xwe ji dest daye. Marzio Babille da zanîn ku wan zarokan ji encama şer û pevçûnan, koçberî û nebûna avê, di van her du rojên borî de, canê xwe ji dest dane.
Babille diyar kir ku, malbatên ku ji navçeya Şinaglê reviyane pêwîstiya wan bi alîkaryia bilez heye, di nav wan de jî 25 hezar zarok hene ku li çiyayê Şingalê asê mane. Nûnerê UNICEF’ê daxwaz ji hemû aliyan kir ku rêz li parastina taybet bi zarokan li gor yasayên navdewletî û yasaya mafên mirovan bigirin û rê bidin jin û zarokan ku bigihin deverên aram û parastî.