Bûyerpress
Di çarçoveya çalakiyên leşkerî yên Helmeta Bahoza Cizîrê de, Hêzên Sûryaya Demoqratîk û piştî şerekî giran li hember çekdarên DAIŞê, temamî gundê Sibhiyê rizgar kir.
Malpera fermî ya hêzên HSDê ragihand ku duh Yekşemê hêzên HSDê tevahiya gundê Sibhiyê ku derdora 30 kîlomitreyan li başûrê Meyadîne ye, kontrol kir.
Her wiha hat zanîn ku ji encama şerê gundê Sibhiyê, 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û erebeyeke bumbebarkirî hatiye rûxandin.












































