Bûyerpress
Serokê Rûsyayê Vladîmêr Putîn duh Çarşemê ragihand ku rêxistina DAIŞê li her du peravên rojhilat û rojavayê Çemê Feratê têk çûye û got ku operasyonên Rûsyayê bi ser ketine.
Her wiha Putîn got dibe ku li hin deverên biçûk DAIŞ mabe, lê belê tu herem li jêr kontrola DAIŞê nemaye.
Di heman demê de Ceneralê Rûsî Valêrî Gîrasîmov ragihand ku wan DAIŞ têk biriye û dibe ku tenê li deverine jihevketî, DAIŞ xuya bike.












































