Bûyerpress
Şandeya rêjîma Sûrî bi serokatiya Beşar El-Caferî, duh Înê ji gera 8’ê ya Danûsitandinên Cinêvê vekişiya û got ku ew hefteya bê hew vedigerin.
Caferî ew yek destnîşan kir ku eger rikberiya Sûrî ji Daxuyaniya Riyadê venegere ku dibêje rola Beşar El-Esed di siberoja Sûrî de tune, ew ê bi tu awayî ji bo danûstandinan amade nebin.
Ji aliyê xwe ve Şanderê Navdewletî Sitîvan De Mestûra ji her du aliyan xwest ku di hundirê vê hefteyê de hin hevdîtinan bikin û hewlesta xwe li hember 12 bendên siyasî eşkere bikin.