Bûyerpress
Komikên çekdar ên girêdayî Tirikiyê, 3 firokeyên Rûsî cûreyê Helîkopter, li gundewarê rojavayê Helebê anîn xwarê û ji encamê kuştî û birîndarên Rûsî hene.
Li gorî ku berpirsyarên YPGê li devera Efrînê dane zanîn, di demekê de ku her sê firokeyên Rûsî dikirin ku vegerin baregehên xwe yên li Efrînê, komikên çekdar ên li gundê Til Misîbîn, ew her sê firoke bi rêya çekên giran anîne xwarê.
Hetanî aniha, hêj berpirsyarên Rûsî der heqê vê bûyînê de tu agahî û daxuyanî nedaye.