Bûyerpress
Duh Yekşemê li nêzîkî bajarê Minbicê, 150 çekdarên Mertala Feratê ya Tirkiyê, ji Mertalê veqetiyan û tevlî Hêzên Sûryaya Demoqartîk.
Her 150 çekdarên ku ji Mertala Feratê cuda bûne, endamên tabûrên Elsefwa û Elşerqiyê ne, û berdevkên wan gotin ku em tevlî Mertala Feratê bûn da ku em bajarê xwe Dêra Zorê rizgar bikin, lê belê, sozên Mertala Feratê derew derketin.
Her wiha bi rêya daxuyaniyekê, ew ê komê got ji ber me dît ku hêzên HSDê ew in ên ku şerê terorê dikin, ji vê yekê em tevlî bûn.