Bûyerpress
Hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe Hizbûlaha Libnanî, Pasdarên Îranî û komikên Heşda Şabî şeva duh Şemiyê êrîşeke tund li ser bajarê Bûkemalê pêk anî û bi qasî 80% ji rûbera bajêr kontrol kir.
Birêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ragihand ku hevdemî topbarana firokeyên Rûsî, hêzên rêjîma Sûrî li gel hevalbendên xwe derbasî Bûkemalê bûne û bi qasî 80% ji bajêr kontrol kirine.
Ji beriya aniha, careke din hêzên rêjîmê derbasî bajêr bûn, lê belê çekdarên DAIŞê li wan zivîrîn û tevahiya bajêr kontrol kirin.