Bang ji bo raya giştî ya cîhanî
û tevaya aliyên têkildar û hemehengiya hêzên şoreş û rikberiyê
û tevaya rêxistinên hewarçûnê li cîhanê
û herêma Kurdistanê
Di bin dorpêçkirina jidiyayî li ser herêma Kobanê ku ev saleke ji hêla hêzên tariyê wek DAIŞ û aliyên tundrew ve pêk tê, rewşeke perîşan çêbû ku bandoriya xwe ya neyînî li jiyana rojane ya nişteciyên herêmê kir, di encamê de koçberî û perîşanî çêbû, ne kehrebe, ne av û ne kar tune ye, ji ber vê em bang li hemû aliyên hewarçûnê dikin ji bo piştgirtina herêmê bi alîkariyan ku wan ji vê rewşa xirab derxin ji ber rewş gihaye halekî ku bi çi şêweyî be bêdengî li ser nabe, lê divê hemû alî berpirsyariyên xwe yên exlaqî û dîrokî hilgirin derbrê tiştê li Kobanê ku bobelateke mirovî metirsîne mezin dide pêş li ser pêşeroja herêmê ji aliyên dîmugrafî û civakî ve ku di encamê de xelkên wê li seranserî cîhanê derbider û wenda dibin, ev bû tiştê ku rêjîma tawankar ji berî dehên salan ve jê re pîlan dikir, ji ber wilo, ev doz erkekî netewî û mirovî ye, gereke hemû lezê bikin ji bo çareserkirina rewşa 600000 kes ji xelkên Kobana bobelatkirî.
Encûmena Niştimanî Kurdî ya Xwecihî li Kobanê