Di 20’ê Cotmeha 2017’ê de, berhema Ferhat Seyda ku nivîsareke şanoyî digire xwe, bi navnîşana “Mirovê Winda” derket.
“Mirovê Winda” ku li bajarê Qamişlo derket, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya ye û 40 rûpelan vedihwîne.
Di şanoya “Mirovê Winda” de 4 lîstikvan hene ku bi navên: L1, L2, L3 û L4 hatine destnîşankirin û ji beriya ku perdeya şanoyê vebe, her çar lîstikvan li nêva cemawer rûniştî ne.
Qaşo lîstikvanên serek jî Behzad, Gemo, Şemo û Temo ne, lê ne wekî hemî şanoyan, lîstik ne bi vekirina perdeyê, ne jî li ser dikê dest pê dibe; lê belê L1 ji nava cemawer radibe û êdî li tiştekî digere.
L1 bi L2, L3 û L4 re dikeve di nava gengeşeyê de û li Çîkekê digere…!
Piştî demekê, ji hemiyan re eşkere dike ku ew windayî ye û li xwe digere.
Nivîskar bi awayekî pêtinazî, hem jî bi şêwazekî nepen bangewaziyekê çêdike û di vê bangewaziyê de, L1 hemî cemawerên rûniştî bi windabûnê tawanbar dike…
Şanoya “Mirovê Winda” di dawiya xwe de, tenê hevpeyvînê di navbera Qazme û L1 de dihêle.
Qazme dimire.
L1 jî wekî ku xwe bibîne, ava ku wî ji mirinê qurtal bike û jiyaneke nû jê re biafirîne, bi saya kolana erdê bi Qazmeyê mirî, bi dest dixe.
Ev nivîs di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017