Hekîm Ehmed
Kurd nêzîkî bidestxistina maf û destkeftên mezin dibin, bi taybetî li her du beşên “Başûr û Rojava”; lê careke din tirs, heyirandin, nakokî, tawanbarkirina hev û bêhtir ji van hemiyan parçebûn, ew parçebûna ku ne bi sînor, dîwar û têlan tê, lê belê parçebûna di têgeha nasnameyê de, di xweya neteweyî û mirovî ya kes û rêxistinên Kurdî de.
Der barê çareseriyê de, bi nerîna min, divê di demeke nêz de, Kurd têgeha kurdewariyê ya romantîk derbas bikin û ber bi netewperweriyeke bîrewer ve biçin, ji ber serdemên serkeftin û têkçûnên mezin ji bo lixwevegerê guncaw in, lê bi şertê ku ew lêveger berê me nede wendabûn û jihevbelabûnê.
Eger em li meydanên sereke yên xebata Kurdan a salên bûrî vegerin, em ê rastî serkeftinên mezin bibin, lê di heman demê de em ê rastî pirsên ku me bê bersiv hiştine, werin, tenê em bi destkeftên xwe serxweş û kêfxweş bûn.
Şaşiyên salên bûrî jî li ser hest û ramanên Kurdewariya klasîk bar bûn, mebesta min ew têgeha ku dibêje Kurdewarî azarkêşî ye, şopa wê tim li dijî berjewendiyên kes û aliyan e ku em gelek caran tenê ji bo dîrok, serok û simbolan bixebitin û qurbaniyan deynin.
Baş e, çima Kurdewarî bi berjwendiyên civakê yên abûrî, zanistî û jîwerî ve nayê girêdan? Çima serxwebûn û destkeftên mezin di serê me de wek dawiya dîrokê xuya dikin? Çima ne pêşeroj pê dest pê bike?
Tewera yekemîn şerê Kurdan li dijî terorê ku şerê man û nemanê bû, tu kes nikare bibêje ku Kurd karîbûn biramin û şer nekin, tu hêza leşkerî ya Kurdî hevalbend ji xwe re ji nava lîsteyekê nebijartin, her tişt bi lez dihate ferzkirin û tevî ku şervanên Kurdan bûne sembola lehengî û fedekariyê lê tim ew pirs dihatin kirin: Berê me li kû ye?
Dê çi bi dest me bikeve? Ceng li ser me ferz bû, lê çawa em sûd jê werbigirin? Û pirsa herî mezin ku di nav van pirsan hemiyan de hebû û nehat bersivdayîn ew bû “Em kî ne?”
Li qada siyasî jî, her aliyek ji yê din re dibêje tu şaş diçî û çi li Rojava, çi li Başûr dijberiya navxweyî bi heman rengê dîrokî derdikeve û tawanbarkirina bi rengê “Aliyek dektator û aliyek xayin” dubare dibe, bêyî ku em carekê bi wêrekî û bi awayekî zanistî li ser vê mijarê bisekinin, baweriya min bi efsane û le’netan nayê, sedem û encamdayîn hene.
Lê mixabin ev diyarde li ser erdê bi rengê çareseriyê nayê xwendin, lê belê wek di durişm û gotinan de, wilo di praktîkê de jî, hew ji ber ku aliyek nizane çawa berdewam bike, dilê xwe li birayê xwe (Yê diktator an xayin) hênik dike.
Bawer dikim ku êdî bes e, divê em kar û barên xwe yên hundirîn sererast bikin, bila mafê me berjewendiya me hemiyan be, tiştek tune ye ku em bikin ji bo em vehesî bimrin, bila xebata me bi pêşerojê ve girêdayî be, bi berjewendiya xelk û civaka meve têkildar be.
Em tev di wê baweriyê de ne ku cîhana îroyîn dagirtî derew e, dewlet tev bi mafê mirov û gelan bang dikin, lê heman hêzên ku xwe bi parastina mirovan dibînin, îro gelê Başûrê Kurdistanê seza dikin, tenê ji ber ku wan hêviya xwe anî ziman, rengê vê sezakirinê jî pir gemar bû, ku ew bi destê hêzên bi ser Îranê ve hat kirin, Îrana ku gerek ji hêzên navdewletî re wek dijmin were dîtin.
Li Rojavayê Kurdistanê rewş baştir xuya dike, lê şerê terorê bi dawî nehatiye û gef li ser Efrînê berdewam in, her wiha ji aliyê diplomasî ve gelek mijdarî heye, bi nerîna min gerek amadekariyeke baş ji qonaxa bê re bibe, ew jî bi rêya danheva mala Kurdî û bersivdayîna pirsên nasnameyê.
Ev gotar di rojnameya Bûyerpress, hejmara 68′an de hatiye weşandin 1.11.2017