Bûyerpress
Rawêjkarê Rêveberiya Xweseriya Demoqratîk Bedran Çiya ragihand ku Rûsyayê vexwendinek ji Rêveberiya Xweser re şandiye da ku li kongreyê wê beşdar bibe.
Beriya aniha Rûsyayê biryar dabû ku hevpeyvîneke niştimanî di navbera hemî alî û pêkhateyên Sûryayê de li bajarê Sûtşî yê Rûsî, li dar bixîne, da ku çareserîne guncaw ji bo pirsgirêka Sûrî peyda bibin.
Di hevpeyvîneke xwe de li gel Ajansa Ruytersê, duh Sêşemê Bedran Çiya ragihand ku helwesta wan li hember vî kongreyî erînî ye û ji bo beşdarbûnê ew nîqaşan dikin.