Bûyerpress
Hêzên Ewlekariya Hundirîn(Asayîşa Rojava) duh Duşemê bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku ji 30ê vê mehê û pê ve(Anku ji îro û pê ve), çênabe ku tu kes matoran derxîne, ne li bajêr ne jî li gundewaran.
Li gorî daxuyaniya Asayîşê, hin agahî hatine bihîstin ku dê kesên tundrew bi rêya motoran êrîşên xwekujî pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hatiye ku dê derketina motoran qedexe be, hetanî ku daxuyaniyeke din derkeve.