Bûyerpress
Serwerê rêxistina DAIŞê ya terorîst Ebû Bekir Elbexdadî bi rêya tomareke dengî ku roja Pêncşemê hat belavkirin, ji alîgir û çekdarên xwe xwest ku di şerê xwe de yê li Sûrî û Iraqî hêmin bin û xweragirtina xwe dewam bikin.
Bexdadî ji çekdarên xwe xwest ku êrîşên xwe zêde bikin, her wiha doz ji çekdarên xwe kir ku navendên ragihandinê yên welatên şerê DAIŞê dikin armanc bigirin.
Di heman tomarê de Bexdadî got ku rêxistina me gihaye baweriyekê ku tenê hêminî û xweragirtin rêyên serkeftinê ne.
Rastiya vî dengî hêj nehatiye piştrastkirin, lê ji aliyê xwe ve hêzên ıstixbarata Emerîkî li hûrgiliyên tomara deng a Ebû Bekir Elbexdadî dinihêrin da ku rastiya wê raber bikin.












































