Bûyerpress
Duh Sêşemê li bajarê Reqayê, Hêzên Sûryaya Demoqratîk êrîşeke çekdarên DAIŞê li ser taxên Sîna’a û Meşlebê têk bir û 40 çekdarên DAIŞê kuştin.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku ji encama şer, 40 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çend erebeyên bumbebarkirî hatin rûxandin.
Pêngava Rizgarkirina Bajarê Reqayê ku di çarçoveya Helmeta Hêrsa Feratê de hat ragihandin, nêzîkî 4 mehan e ku berdewam e û li gorî pêşbîniyan, ber bi dawiya xwe ve diçe.