Bûyerpress
Serokwezîrê Israyîlî Binyamîn Netenyaho duh Çarşemê ragihand ku welatê wî piştgîriya avabûna dewleteke Kurdî dike.
Bi rêya daxuyaniyekê ji nivîsgeha xwe, Netenyaho got ku Israyîl palpiştiya xebata Kurdan a rewa dike ku hêviya wan avakirina dewletekê ye.
Hêja ye mirov bibêje ku Binyamîn Netenyaho ji sala 2014’an ve gotibû ku Kurd hêjayî serbixwebûneke siyasî ne.