Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk çend avahiyên derdora Baçeyê Reşîd û Nexweşxaneya Niştimanî ya bajarê Reqayê kontrol kirin, ji encamê bi dehan ji çekdarên DAİŞê hatin kuştin û 5 şervanên HSDê şehîd bûn.
Di heman çarçoveyê de, fermandarên HSDê ragihand ku hêzên wan temamî taxa Seknê rizgar kiriye.
Li gorî ku tê zanîn, di heyam van her sê mehên çûyî de ji Helmeta Hêrsa Feratê, hêzên HSDê 70% ji bajarê Reqayê rizgar kiriye.