Bûyerpress
Hêzên ewlekraiya Erebistana Si’ûdî ragihand ku wan êrîşeke çekdarên DAİŞê ku Wezareta Berevaniya Si’ûdî li Riyadê armanc girtibû, têk bir.
Berpirsekî Ewlehiya Dewletê da zanîn ku ew êrîşkarên DAİŞê, du kemerên bumbebarkirî, 9 bumbeyên dest û çend tefeng bi wan re bûn.
Karbidestên Hikûmeta Si’ûdî rikberên xwe yên li Yemen û Îranê tometbar dikin ku ew li pê van êrîşên wiha ne.