Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûryaya Demoqratîk Telal Silo, der barê nûçeya “hevrêziya di navbera wan û rêjîma Sûrî di şerê Reqayê de”, hebûna tiştekî bi vî rengî red kir.
Silo tekezî li ser wê yekê kir ku tu hevrêzî di navbera wan de tune, ji ber HSDê li rojhilatê Feratê şer dike û hêzên rêjîmê jî li bajarê Dêra Zorê şer dikin.
Meclisa Dêra Zorê ya Leşkerî, duh Şemiyê “Helmeta Bahoza Cizîrê” ragihand, da ku deverên kontrolnekirî yên Cizîrê û rojhilatê Feratê bide ber xwe.