Bûyerpress
Sibeha îro Pêncşemê, kom û kerwanên heciyan gihan Çiyayê Erefeyê da ku hetanî roj biçe ava li wir bimînin û paşê biçin Mizdelefê.
Li gorî Mîrê Mekehê, îsal hejmara heciyan gihaye 2 melyon mirovî.
Her wiha desthilata Erebistana Si’ûdî ragihand ku wan hemî bergiriyên pêwîst di ber çavan re girtine û zêdetir ji 100 hezar polîsî danîne ji bo parastina heciyan.