Bûyerpress
Berdevkê Fermî yê Hevpeymana Navdewletî ya Şerê li Dij DAİŞê ragihand ku firokeyên wan ên cengî duh Çarşemê kerwanekî çekdarên DAİŞê topbaran kir û nehêlan ku bigihêje deverên kontrola rêxistinê.
Piştî rêkeftinekê di navbera Hizbulaha Libnanî û rêxistina DAİŞê de, 308 çekdarên DAİŞê li gel 331 xizmên xwe ji deverên Libnanê vekişiyan.
Dema ku kerwanê DAİŞê ber bi devera Hemîma ve diçû, Hevpeymana Navdewletî rê li berê girt û nehêla ku rêya xwe dom bike.