Bûyerpress
Hêzên Sûryaya Demoqratîk duh Çarşemê li rojavayê bajarê Reqayê, her du taxên Der’iyê û Elmirûr bi temamî êxistine jêr dorpêça xwe û şerekê dijwar di navbera wan û DAİŞê de li dar e.
Malpera fermî ya Helmeta Hêrsa Feratê ragihand ku piştî şerekî dijawr li taxa Elder’iyê, hêzên HSDê karîn Bexçeyê Panorama li wê taxê kontrol bike.
Bexçeyê Panorama di şerê aniha de xaleke stratecîk e, ji ber ku dikeve di navbera taxên Der’iyê, Nezlet Şihadê û Yermûk de.