Mîsaq El-Kerîm
Ji bo te
Berendeyên temen
Bi nimêja deyaxê
Boyax dikim.
hezkiriuyê min
Ez jinek im
Lafawa nezaniyê
Ew noq kiriye
Lehengiyên suxte
Yên qerwelkan
Ew pelixandiye.
Ez ne mîna jinên cîhana we me
Dilê min
Nabije firoşgehên zêr
Bi modêlan mijûl nabim.
Ez jinek im
Di xircira welatekî dêrîn de
Ku cengan ew xwariye
Û hestiyên wî avêtine
Kêleka riya bobelatan.
Ez jinek im goristanên dîrokê
Ji dêvla dergûşê ve dihejîne.
Penceyên olê
Min ji hev dixe
Bayê Têkçênên Ereban
Li min dide
Sînga min ji helbestê xeniqiye
Û helbest ji hêsran.
Sosret e tiştê ku li welêt dibe
Û dirinde ne ew dest
Dema ku mazata ceng û diravan
radigihînin
ew sêwî ne.
hezar silav bo mirina
ku gela li bi rengekî aştiyane dicû.
Ez ne mîna jinên cîhana we me
Di çavên xwe de..
behîdariya welat
hildigrim
welatê min yê ku ji pênûsên kole
dagirtî ye
welatê min yê ku bû daristanek
di bin desthilatdariya komek mişk de
welatê min yê ku xizaniyê dixwe
û bihna betrolê ji xaka wî difûre
welatê min yê ku -rok hilatiye- tê firotin
welatê in yê kê yasayê desmal û igalê
wî bi rê ve dibin.
Yên wek te tenê
dikevin eşqa yên wek min
meya wî tenê di peyala min de
xweş dibe.
Ne wek jinên cîhana we me
Dema ku li ser piyê te radizêm
Û tu ji min re
“Elzilzal” a Maxût dixwînî
Gerdûnê qezenc dikim.
Dema tu ji min re Strana
“Min bêriya te kiriye û te jî bêriya min kiriye”
Distrênî.
Tenê destê te
Parzemînên xemgîniya min
Sergûn dikin.
Eger min Xwedan di riwê te de
Dît
Gazindeyan ji min neke.
Ji Kurdî: Qadir Egîd